FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
“‘Dilê Min wê Herdem’ li Wir Be”
Yehowa ew paristgeh xwera bijart (2 Dr. 7:11, 12)
Ew yek ku dilê Yehowa wê herdem wêderê bûya, nîşan dikir wekî çevê wî wê timê ser paristgehê bûya, ku navê wîva girêdayî bû (2 Dr. 7:16; w02 15/11 5 ¶1)
Hergê cimet “bi hemûya dilê” xwe ser riya Yehowa nema, Ewê bihîşta wekî paristgeh bihata wêrankirinê (2 Dr. 6:14; 7:19-21; it-2 1077-1078)
Wedê tesmîlkirina paristgehê, cimet dibeke difikirî wekî dilê wan wê timê ser hebandina Yehowa be. Lê yazix, cimetê hêdî-hêdî hindava hebandina Yehowa xîreta xwe unda kir.
PIRSÊ BIDE XWE: “Ez ça didime kifşê, wekî bi temamiya dilê xwe û bi xîret Yehowara xizmet dikim?”