15-21 Nîsanê
ZEBÛR 29-31
Kilama 108 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Şîretkirin, Eyankirina Hezkirina Xwedê ye
(10 deqe)
Çaxê Dawid gura Yehowa nekir, Ewî rûyê xwe ji wî veşart (Zb. 30:7; it-1 802 ¶3)
Dawid ji Yehowa lava dikir ku bibaxşîne wî (Zb. 30:8)
Yehowa hêrsa xwe ser Dawid xwey nedikir (Zb. 30:5; w07 1/3 19 ¶1)
Ça kifş e Zebûra 30-da tê gotinê, ku çi qewimî paşî vê yekê gava Dawid Îsraêlî jimart (2 Sm. 24:25).
BIFIKIRE: “Ça merivê ku ji civatê hatiye derxistinê, ji şîretkirinê karê distîne û dide kifşê wekî gunê xwe dide rûyê xwe?” (w21.10 6 ¶18).
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Zb. 31:23—Çi cûreyî xezeb ser merivên babaxda dibare? (w06 15/5 19 ¶13)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mt. 18:16-30 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(deqek) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Kin tevî meriv xeber de yê ku lez e (lmd dersa 5, abzasa 3).
5. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Dayîkekêra vîdêo bona zara nîşan ke û şiroveke, ku ça ew dikare hê zêde vîdêo bivîne (lmd dersa 3, abzasa 3).
6. Xeberdanê Berdewam kin
(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke, kîjan ku pêşiyê nedixwest hîn be (lmd dersa 8, abzasa 3).
7. Şagirta Hazir kin
(4 deqe) lff dersa 14, abzasa 5 (th dersa 6)
Kilama 45
8. Çira Baweriya Me Heye Hindava . . . Hizkirina Xwedê
(7 deqe) Şêwirkirin. Vêxe VÎDÊO. Paşê pirs bide guhdara:
Ev serhatî derheqa hezkirina Xwedê çi me hîn dike?
9. Bernama Îdara Şixulê Avakirinê, Sala 2024
(8 deqe) Gotar. Vêxe VÎDÊO.
10. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 8, abzasa ¶13-21