Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

4-10 Adarê

ZEBÛR 16-17

4-10 Adarê

Kilama 111 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Yehowa bona Min Kaniya Qenciyê ye”

(10 deqe)

Hevaltiya tevî wan meriva, yên ku Yehowara xizmet dikin, şabûnê mera tîne (Zb. 16:2, 3; w18.12 26 ¶11)

Zanebûna vê yekê ku em dostên Yehowa ne, şabûnê mera tîne (Zb. 16:5, 6; w14 15/2 29 ¶4)

Ji bo vê yekê ku Yehowa ruhanîda me diparêze, em xwe xweykirî texmîn dikin (Zb. 16:8, 9; w08 15/2 3 ¶2-3)

Mîna Dawid em ji emirê xwe lezetê distînin, çimkî em Yehowara xizmet dikin, yê ku Kaniya qenciyê ye.

PIRSÊ BIDE XWE: “Çira niha emirê min ji ya berê çêtir e, gava min hê rastî nizanibû?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 17:8—Çi tê hesabê xebera “merivê biçûk yê çev”? (it-2 714)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mt. 15:1-15 (th dersa 5)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(deqek) MAL BI MAL. Teglîfkirina ser Êvara Bîranînê bide meriv (th dersa 11).

5. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Teglîfkirina ser Êvara Bîranînê bide meriv. Paşê, çaxê hewasa meriv pêşda bê, şêwir ke vîdêo Mirina Îsa, Bîra Xweda Xwey kin (th dersa 9).

6. Xeberdanê Destpêkin

(2 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Teglîfkirina ser Êvara Bîranînê bide meriv (th dersa 2).

7. Şagirta Hazir kin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 20

8. Em Ça Dikarin Xwe bona Êvara Bîranînê Hazir kin?

(15 deqe) Şêwirkirin.

Seva ku temiya Îsa bînin sêrî, Ledê 24 Adarê emê Êvara Bîranîna mirina Îsa derbaz kin, kîjan ku dide kifşê du derecên hezkirina lape mezin terîxiyêda (Lq. 22:19; Yn. 3:16; 15:13). Em ça dikarin xwe bona vê roja ferz hazir kin?

  • Çiqas qewata te digihîjê, kompaniya Êvara Bîranînêda kar bike, seva ku meriva teglîfî ser gotara mexsûs û Êvara Bîranînê bikî. Navê meriva xwera binivîse û wana teglîf ke. Hergê kesek dûrî mihala te dimîne, wî çaxî tu dikarî ser jw.org bivînî wede û ciyê derbazkirina Êvara Bîranînê, ku nêzîkî mala wî ye

  • Meha Adar û Nîsanêda diha zêde xizmetiyêda kar bike. Tu dikarî xwera nêt daynî, ku ça pêşengê wedelû 15 yan 30 sihet xizmet kî?

  • Ji 18 Adarê, destpêke derheqa van qewimandina bixûne, yên ku wedê heftiya paşin, ya jîyîna Îsaye ser erdê qewimîn. Hûn dikarin xwexa safî kin, ku rojê çiqas bixûnin ji “Bernama Xwendina Kitêba Pîroz Wedê Bîranînê ya Sala 2024” ser rûpêla 6-7

  • Roja Êvara Bîranînê, ser jw.org binihêrin programa mexsûs ji Şêwirkirina Kitêba Pîroze Şebeqê

  • Ser Êvara Bîranînê bi dilgermî mêvana û xûşk-birên neaktîf silav ke. Hazir be ku bi nermî caba pirsên wan bidî. Paşê serîkî wan meriva xe, hewasa kîjana ku pêşda hatibû, wekî hê zêde şedetiyê bidî wan

  • Pêşiya û paşî Êvara Bîranînê, derheqa qurbana Îsa bifikire

Vêxe VÎDÊO Mirina Îsa, Bîra Xweda Xwey kin. Paşê pirs bide guhdara:

Wedê kompaniya Êvara Bîranînê em ça dikarin evê vîdêoyê bidine xebatê?

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 73 û Dua