8-14 Nîsanê
ZEBÛR 26-28
Kilama 34 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Dawid Çawa Bêqisûrtiya Xwe Xwey Dikir
(10 deqe)
Dawid ji Yehowa lava dikir, ku alî wî bike bibe merivekî diha baş (Zb. 26:1, 2; w04 1/12 14 ¶8-9)
Dawid rex xiraba nediket (Zb. 26:4, 5; w04 1/12 15 ¶12-13)
Dawid hez dikir Yehowara xizmet ke (Zb. 26:8; w04 1/12 16 ¶17-18)
Rast e Dawid şaşî dikir, lê ewî aminiya xwe xwey dikir (1 Pd. 9:4). Dawid Yehowa hez dikir û bi temamiya dilê xwe wîra xizmet dikir, û bona her kesa eşkere bû, ku ew Yehowara amin e.
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
-
Zb. 27:10—Ev rêz ça dikare berdiliyê bide merivê ku ji hevalê xweye nêzîk hatiye înkarkirinê? (w06 15/7 28 ¶15)
-
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mt. 18:1-15 (th dersa 2)
4. Xeberdanê Destpêkin
(2 deqe) MAL BI MAL. Ji Hacetên Sereke bona Hînkirinê bûklêtek bide xebatê (th dersa 3).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) MAL BI MAL. Pirsa ser rûpêla paşin ya vê bûklêtê bide xebatê, kîjan ku te cara paşin jêra hîşt. Ser malpera jw.org, merivra nîşan ke, ku ew çi înformasiyayê dikare wêderê bistîne (lmd dersa 9, abzasa 3).
6. Gotar
(5 deqe) lmd elametiya zêde A №3—Têma: Dinya Tezeda Tebiyet wê Temiz Be û Tu Teşqele Wê Îda Tune bin (th dersa 13).
Kilama 128
7. Cahilên ku ji Aliyê Nav-namûsiyêda Temizayê Xwey Dikin
(15 deqe) Şêwirkirin.
Mesîhiyê cahil gerekê her tiştî bikin, wekî ji aliyê nav-namûsiyê temizayê xwey kin. Ewana himberî xwestinên xweye bedenî şer dikin û her tişt dikin, wekî nav-namûsiyêda temizayê xwey kin, îlahî gava xwestinên wane sêksûalî gelek qewî ne (Rm. 7:21; 1 Kr. 7:36). Usa jî ewana gerekê nekevine ber bayê wan meriva, yên ku wana hêlan dikin bênamûsiyê bikin, yan jî berbi homosêksûaliyê hêlan dikin (Ef. 2:2). Em wan cahilara firnaq dibin, yên ku berdewam dikin Yehowara amin bimînin.
Vêxe VÎDÊO Jîyîna Mine Cahiltiyêda—Çi Bikim Gava Min Hêlan Dikin Bênamûsiyê Bikim? Paşê pirsa bide guhdara:
-
Korî û Kamrîn rastî çi çetinaya dihatin?
-
Çi alî wan dikir aminiyê xwey kin?
-
Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, gava tu rastî derecên usa bêyî?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 8, abzasa ¶5-12