Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

Kampaniya bona Teglîfkirinê ser Civata Mezin

Kampaniya bona Teglîfkirinê ser Civata Mezin

Her sal em hîviya xwarina ruhanî ne, kîjanî em ser civatên mezin distînin û çi ku lezet mera tîne. Lema jî seva ku yên dinêna jî ça bêjî tem kin û bivînin qenciya Yahowa, em gerekê geleka ser vê xwarinê teglîf kin (Zeb. 34:8). Her koma rûspiya wê şêwir ke, ku çawa hê rind ewan teglîfa bidine xebatê.

TIŞTÊN KU GEREKÊ BÎR NEKÎ

  • Çi çax e civata mezin?

  • Çi çax mihala weda vê kampaniya destpêbe?

  • Çi çax in di mihala weda civînên seva xizmetkirinê?

  • Nêtên min kampanîyêda çida ne?

  • Kê ez dixwazim teglîf kim?

TÊ ÇI BÊJÎ?

Paşî vê yekê çawa ku te meriv silav kir dikarî usa bêjî:

“Em di kampaniya hemdinyayêda kar dikin û bela dikin evê teglîfê li ser cejineke pir ferz”. Roj, wede û ciyê derbazkirinê, li vir kifş kiriyê. Eme şa bin we bivînin”.

ÇA TU DIKARÎ HEWASA MERIYA PÊŞDA BÎNÎ?

Rast e em dixwazin gelek meriya ser civata mezin teglîf kin, lê em gerekê bîr nekin ku hewasa wan jî pêşda bînin.

Şemiya-leda, hûn dikarin jûrnala tevî teglîfa bela kin.