MÎNA ÎSA BIJÎN
Pêşiyê Here Birê Xwera li hev Were; Çawa?
Bide hesabê xwe tu di Celîlêda dimînî wedê Îsa. Tu diçî li Orşelîmê bona Cejina Holikçêkirinê. Bajar tije dibe bi bawermenda yên ku ji ciyên dûr tên. Tu dixwazî hediya xwe pêşkêşî Yehowa kî. Tu tevî xwe karek hildidî û rê çêdikî. Tu berbi herêma derbaz dibî, yên ku bi meriya tije ye kîjan ku diçine paristgehê. Çaxê tu digihîjî cî, divînî wekî paristgeh tije bûye bi meriya yên ku usa jî mîna te dixwazin qurbanên xwe bînin. Niha wedê te gihîşt seva ku karek xwe bidî destê keşîşa. Nişkêva vê demê dikeve bîra te, wekî dilê birê te ji te maye. Û diqewime ev jî niha vê bajarêda nava cimeta topbûyîda ne. Îsa şirovedike, ku çi gerekê bikî. (Bixûne Metta 5:24.) Çawa tu û birê teyî xeyîdî, dikarin li hev bên dêmek edilayê bigerin, çawa ku Îsa dibêje? Her çargoşêda ku jêrê tê dayînê, bi qelemê caba rast kifş ke.
TU GEREKÊ . . .
-
birê xwera tenê hingê xeber dî, hergê difikirî ku bi rastî meniya wî heye ser te bixeyîde
-
hemû tiştî bikî, ku nihêrandina birê xwe rast kî, hergê difikirî wekî ev yekî xeydok e û wekî ev jî neheq e
-
bi sebir guh bidî birê xwe çaxê ew xeber dide, û hergê tu bi temamî lê fem nakî jî, ji dil baxşandinê bixwaze ku te dilê wî êşand û hergê ev ser wî xirab hukum kiribû
BIRÊ TE GEREKÊ . . .
-
piştgiriya merivên din di civatêda bigere û wanara gilî ke, ku çawa te ew da xeydandinê
-
tevî te şer ke, hûr bi hûr derheqa şaşiya te gilî ke, û hîviyê be wekî tu ev şaşî hildî ser xwe
-
têderxe milûktî û mêrxasiya te, bi saya çi jî te karibûy nêzîkî wî bî, û bi dil ew bibaxşînî
Rast e îro hebandina xweda em heywana nakine qurban, lê çi hevgirêdan heye orta hînkirina Îsa derheqa edilayê tevî birê xwe û hebandina ku Xwedê qebûl dike?