Îsa Meriya Hiz Dikir
Di kitêba Metta serê 8 û 9-da tê gilîkirinê derheqa xizmeta Îsa li herêma Celîlê. Çaxê Îsa meriv qenc dikirin, ew qewata xwe dida kifşê, lê hê ferz ew e, wekî ew hizkirina xweye mezin û dilşewatî hindava meriyada dida kifşê.
-
Îsa, yê kotî qenc kir (Mt. 8:1-3).
-
Îsa xulamê sersedekê qenc kir (Mt. 8:5-13).
Ewî xasiya Petrûs jî qenc kir (Mt. 8:14, 15).
Ew berî cina dida ji meriva, û qenc dikir wan meriya yên ku diçerçirîn (Mt. 8:16, 17).
-
Îsa berî cinên hêrs da, û wana şande sûriyê beraza (Mt. 8:28-32).
-
Îsa, yê şilûşet qenc kir (Mt. 9:1-8).
Ewî qenc kir kulfetê, yê ku destê xwe dabû rîşiyên kincê wî, û ew usa jî qîza Yayîro sax kiribû (Mt. 9:18-26).
Ew qenc kiribû merivê kor û lal (Mt. 9:27-34).
-
Îsa gund û bajara digeriya, û hemû cûre nexweşî qenc dikirin (Mt. 9:35, 36).
Çawa ez dikarim hê zêde hizkirin û dilşewatî bidime kifşê merivên der-dora xwe?