Belakirina Edebyeta
“BIRCA QEREWILIYÊ”
Bipirse: Hine meriv difikirin wekî Kitêba Pîroz, kitêbeke kewin e, lê yên din dibêjin wekî ew heta niha jî kêrhatî ye. Lê hûn ça difikirin?
Rêz: 2 Tîm. 3:16, 17
Pêşkêş ke: Di vê jûrnala “Birca Qerewiliyêda” hine mesele têne dayînê, yên ku nîşan dikin wekî çida Kitêba Pîroz kêrhatî ye û çawa em dikarin ji xwendina vê kitêbê karê bistînin.
RASTIYÊ HÎN KE
Bipirse: Gelo kutasiya dinê nêzîk e?
Rêz: Met. 24:3, 7, 14
Rastî: Pêxembertiyên Kitêba Pîroz eyan dikin wekî em rojên axiriyêda dijîn. Û ew bi rastî jî tiştekî baş e, çimkî ew tê hesabê wekî rojên baş hîviya me ne.
“JIYANÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?”
Bipirse: Hûn ça difikirin, bi aqilayî ye bawer kin ku jîyîn ji Xwedê ye, yanê ev nişkêva xwexa pêşda hatiye?
Pêşkêş ke: Di vê broşûrêda hene îzbatkirinên usa, bi kîjana gelek meriv hêlan bûne, wekî Efirandarê bîlan bawer bikin. Careke din em dikarin şêwir kin pirsa ser rûpêla 29: “Gelo girîng e, ku mirov bi çi bawer dike?”
PÊŞANÎNA XWE ÇÊKE
Evan mesela bide xebatê, seva ku pêşanîna xwe çêkî.