MÎNA ÎSA BIJÎN
Dua kin seva Yên ku Peyketina Teyax dikin
Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê, wekî Şeytan wê pey me keve seva ku xizmetiya me bide sekinandinê (Yn. 15:20; Ent. 12:17). Em çawa dikarin alî xûşk-birên xweye Mesîhî bikin, yên ku welatên dinda peyketina teyax dikin? Em dikarin seva wan dua bikin. “Duayê yê rast gelekî qewat e û hukum dike” (Aqb. 5:16).
Derheqa çi em dikarin dua bikin? Em dikarin dua kin, ku Yehowa mêrxasiyê bide xûşk-birên me û wekî alî wan bike netirsin (Îş. 41:10-13). Em usa jî dikarin dua kin, seva ku serwêrên dewletê rem bin hindava xizmetkirina me, “wekî em jiyîneke edil û seqireî derbaz kin” (1 Tîm. 2:1, 2).
Çaxê Pawlos û Petrûs rastî peyketina hatin, Mesîhyên qirna yekê duayên xweda navê wan hildidan (Kr.Şn. 12:5; Rm. 15:30, 31). Hergê em nizanin navên hemû xûşk-birên xwe ku têne zêrandinê, wî çaxî em duayên xweda dikarin kifş kin civata wan, welatê wan yan jî rêgîona wan.
Binivîse navê wan welata, kîderê ku xûşk-birên me têne zêrandinê seva ku bona wan dua bikî