MÎNA ÎSA BIJÎN
Safî ke Yehowara Xizmet kî
Dibe ku tu Kitêba Pîroz hîn dibî yan jî mizgînvanê nenixumandî û cahil î. Lê nêta te heye bêyî nixumandinê? Çima ferz e, wekî bixwazî bêyî nixumandinê? Tesmîlbûyîn û nixumandin ev heye destpêka dostiya te tevî Yehowa (Zb. 91:1). Ev usa jî te berbi xilazkirinê dibe (1 Pt. 3:21). Tu çawa dikarî bigihîjî vê nêta xwe?
Îzbat be, wekî te riya rast bijartiye. Çaxê hine pirs bal te pêşda tên, lêkolînê bike, ku caba pirsa bivînî (Rm. 12:2). Têderxe tu çi guhastina gerekê nav xweda bikî û wan guhastina bike, wekî dilê Yehowa şa kî (Mtl. 27:11; Ef. 4:23, 24). Hergav dua bike û alîkariyê ji Xwedê bixwaze. Bawer be, wekî Yehowa wê te qewî ke û bi ruhê xweyî pîroz piştgiriya te bike (1 Pt. 5:10, 11). Hêja ye tu bona vê yekê qewatê bidî xebatê. Xizmetkirin Yehowara riya jîyînêye pir baş e! (Zb. 16:11)
BINIHÊRIN VÎDÊO “NIXUMANDIN GAVEKE LAPE FERZ E”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Hine xûşk-bira, çaxê dixwestin bêne nixumandinê, ber kîjan çetinaya teyax kirin?
-
Çawa tu dikarî baweriya xwe qewî kî, seva ku xwe tesmîlî Yehowa kî?
-
Hinek ji bo çi hêlan bûn ku gava bavêjin berbi nixumandinê?
-
Ewên ku safî kirin bêne nixumandinê, ça hatine keremkirinê?
-
Tesmîlkirin û nixumandin çi têne hesabê?