Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Zewaca Xwe Biparêze

Zewaca Xwe Biparêze

Yehowa sozê zewacê ku mêr û jin hevra didin, ferz hesab dike. Yehowa gotibû, wekî jin û mêr gerekê hev neqetin (Mt. 19:5, 6). Nava xizmetkarên Xwedêda gelek zewacên bextewar hene. Hemikî zewaca usa tune, kîjanêda qe problêm tune bin. Lê em gerekê mîna merivên vê dinyayê nefikirin, wekî jîyîna ji hev başqe û hevqetandin hemû problêmên jin-mêra safî dike. Gelo Mesîhiyên zewicî çawa dikarin zewaca xwe biparêzin?

Were em dîna xwe bidine pênc şîreta.

  1. Dilê xwe biparêze, dêmek xwe ji flîrtê û ji wedederbazkirinên bênamûsî dûr bigire, çimkî ev dikarin heleqetiya we sist kin (Mt. 5:28; 2 Pt. 2:14).

  2. Dostiya xwe tevî Xwedê qewî ke û bal xwe xwestinê pêşda bîne, wekî pê zewaca xwe dilê wî şa kî (Zb. 97:10).

  3. Berdewam ke merivekî nû li xwe bike û hela hê tiştên biçûkda jî qenciyê bike, çi ku wê jîyîna hevalparê te bextewar ke (Kl. 3:8-10, 12-14).

  4. Bira xeberdana te tevî hevalzewacê te, bi qedir û merîfet be (Kl. 4:6).

  5. Borcê xweyî zewacê bi hizkirinê bîne sêrî (1 Kr. 7:3, 4; 10:24).

Çaxê Mesîhî hindava zewacêda bi qedir in, usa ewana qedirê Sazkarê zewacê digirin, dêmek Yehowa.

BINIHÊRIN VÎDÊO “EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; XWE LI GORA QEYDÊN LECÊ BIGIRIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Destpêkêda diqewime zewacêda her tişt baş be, lê dîsa jî çi çetinayî dikarin pêşda bên?

  • Çawa prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin, yên ku zewacêda bextewar nînin?

  • Prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê, seva ku zewaca te bextewar be

    Yehowa çi qeyde bona zewacê kifş kirine?

  • Seva ku zewac bextewar be, jin û mêr çi gerekê bikin?