Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Cahilno, Dilê Xwe Dê-Bavê Xwera Vekin

Cahilno, Dilê Xwe Dê-Bavê Xwera Vekin

Tu çima gerekê aza dilê xwe dê-bavê xwera vekî? (Mtl. 23:26) Çimkî Yehowa cabdarî daye dê-bavê te, wekî ewana bona te xem bikin û rêberiyê te bikin (Zb. 127:3, 4). Lê hergê tu dilê xwe wanra venekî, ewana wê nikaribin alî te bikin. Him jî tuyê hîn nebî ew dersên qîmet, kîjan ku wana emirê xweda qazanc kirine. Gelo tiştekî xirab vê yekêda heye, hergê tu naxwazî hine fikirên xwe dê-bavê xwera bêjî? Hemikî na. Lê fesal be wekî dê-bavê xwe nexalifînî, dêmek xwe usa nedî kifşê ku tê bêjî hemû tişt baş e (Mtl. 3:32).

Tu çi dikarî bikî, wekî aza tevî dê-bavê xwe xeber dî? Wedekî usa bijbêre, wekî him bona te him jî bona wan baş be. Hergê tera çetin e wanra xeber dî, dikarî fikirên xwe nemêda wanra binivîsî. Lê tuyê çi bikî hergê ewana dixwazin têmeke usa tevî te şêwir kin, derheqa kîjanî ku tu naxwazî xeber dî? Dê-bav bi rastî dixwazin alî te bikin. Bîr neke, wekî ewana xêrxwazê te ne, ne ku neyarên te. Hergê tu aliyê xweda hemû tiştî dikî, seva ku aza dilê xwe dê-bavê xwera vekî, tuyê temamiya jîyîna xweda, dêmek heta-hetayê karê bistînî (Mtl. 4:10-12).

BINIHÊRIN VÎDÊO “JÎYÎNA MINE CAHILTIYÊDA; ÇAWA TEVÎ DÊ-BAVÊ XWE XEBER DIM?” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Axiriyêda Esterê û Partîk çi fem kirin?

  • Ji mesela Îsa tu çi dikarî hîn bî?

  • Dê-bavê te ça didine kifşê, ku bona te xem dikin?

  • Dê-bavê te dixwazin tu bextewar bî

    Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, wekî dilê xwe dê-bavê xwera vekî?