Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Em ji Emirê Samûyêl Çi Hîn Dibin?

Em ji Emirê Samûyêl Çi Hîn Dibin?

Samûyêl nava temamiya jîyîna xweda Yehowara amin bû. Çaxê ew biçûk bû, ewî çev neda kurên Elî, Hofnî û Pînhas, kîjana ku xirabî dikirin (1 Sm. 2:22-26). Yehowa timê tevî Samûyêl bû (1 Sm. 3:19). Çaxê Samûyêl emirda mezin bû, ewî dîsa jî bi aminî Yehowara xizmet dikir, hela hê wî çaxî jî gava kurên wî xirabî dikirin (1 Sm. 8:1-5).

Em çi dikarin ji mesela Samûyêl hîn bin? Hergê tu cahil î, bawer be ku Yehowa divîne tu rastî çi çetinaya têyî û fem dike, wekî çi ser xwe texmîn dikî. Ew dikare alî te bike, wekî tu mêrxas bî (Îş. 41:10, 13). Lê hergê zara te heye û ew Yehowara xizmet nake, mesela Samûyêl dikare te qewî ke. Samûyêl dikaribû zorê bikira ser zarên xwe, wekî Yehowara amin bimînin, lê ewî ev derece da destê Yehowa, Bavê xweyî ezmana. Him jî ewî dîna xwe pêda dabû ser vê yekê, ku aminiya xwe xwey ke û dilê Yehowa şa ke. Diqewime mesela teye baş, zara te hêlan ke, wekî vegere cem Yehowa.

BINIHÊRIN VÎDÊO “JI SAMÛYÊL HÎN BIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çaxê Samûyêl biçûk bû, ewî ça mêrxasî da kifşê?

  • Dênî ça mêrxasî da kifşê?

  • Çaxê Samûyêl emirda mezin bû, ewî çi mesele hîşt?

  • Yehowa tevî wan meriya ye, yên ku qewî xwe li rastiyê digirin

    Dê-bavê Dênî çi meseleke baş hîştin?