Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

19-25 Sibatê

ZEBÛR 8-10

19-25 Sibatê

Kilama 2 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. “Şikirîyê Bidime Te, Xudan”!

(10 deqe)

Yehowa hindava meda gelek rem e (Zb. 8:3-6; w21.08 3 ¶6)

Em bi şabûnê pesinê Yehowa didin, gava derheqa kirên wîye baş merivara gilî dikin (Zb. 9:1; w20.05 23 ¶10)

Usa jî em pesinê Wî didin, gava bi dil û can kilama distirên (Zb. 9:2; w22.04 7 ¶13)

PIRSÊ BIDE XWE: “Dîsa ça ez dikarim pesinê Yehowa bidim?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Zb. 8:3—Zebûrbêj çi dixwest bigota, gava besa tiliyên Xwedê kir? (it-1 832)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) MAL BI MAL. Xweyê malê dibêje wekî ew Xwedê bawer nake (lmd dersa 5, abzasa 4).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Wedê xeberdana weye pêşin, meriv tera gotibû, wekî Xwedê bawer nake, lê ew hazir e guh bide hine îzbatiya, wekî Efirandar heye (th dersa 7).

6. Gotar

(5 deqe) w21.06 6-7 ¶15-18—Têma: Alî Xwendekarê Xwe Bike ku Pesinê Yehowa Bide (th dersa 10).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 10

7. Çawa bi Tebiyetî Neformal Şedetiyê Bidin

(10 deqe) Şêwirkirin.

Mecalek ku çawa em dikarin pesinê Yehowa bidin ew e, ku şedetiyê bidine wan meriva, rastî kîjana em wedê şixulê xweyî herrojî tên (Zb. 35:28). Sêrîda dibeke em xwe bigirin, wekî neformal şedetiyê bidin. Lê dîsa jî gava em hîn dibin ku çawa bi tebiyetî xeberdanê destpêkin û berdewam kin, em dikarin vê yekêda bibine hoste û ji vê yekê şabûnê bistînin!

Vêxe VÎDÊO Çaxê tu “Mizgîniya Edilayiyê” Bela Dikî . . . ; Gava Pêşin Bavêje. Paşê pirs bide guhdara:

Ev vîdêo çawa alî te kir, wekî xizmetiya neformalda diha pêşda herî?

Ev hine şîret wê alî te bikin xeberdanê destpêkî:

  •   Her car gava tu ji mal dertêyî, mecalê bigere wekî xeberdanê destpêkî. Derheqa vê yekê Yehowara dua ke û ji Wî lava ke, wekî tu rastî merivekî usa bêyî, kîjan ku hazir e guh bide te.

  •   Hevalhez be û bikeve heyra wan meriva, rastî kîjana ku têyî. Mecala bigere wekî diha zêde derheqa vî merivî pêbihesî, ev yek wê alî te bike wekî bizanibî, ku kîjan têma ji Kitêba Pîroz wîra diha hewas e.

  •   Hergê dibe, hejmara têlên xwe hevdura bihêlin.

  •   Dilteng nebe, hergê we xeberdana xwe xilaz kir, lê te pêra negîhand şedetiyê bidî.

  •   Paşî xeberdanê, derheqa wî merivî bifikire. Jêra lînka rêzeke Kitêba Pîroz, yan jî gotareke ser jw.org bişîne, ku bidî kifşê wekî tu bona wî xem dikî.

Şîret: Gava kesek ji te bipirse, ‘Te Şemî-Led ça derbaz kir?’, jêra gilî ke ku ser civatê tu çi pêhesiyayî, yan jî derheqa şixulê xizmetiyê jêra bêje, kîjan ku tu dikî.

8. Hewcên Civatê

(5 deqe)

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 65 û Dua