8-14 Çileyê
ÎBO 34-35
Kilama 30 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Çaxê Rastî Neheqiyê Tên
(10 deqe)
Bîr nekin, ku Yehowa tu car neheqiyê nake (Îb. 34:10; wp19.1 8 ¶2)
Usa dikare bê kifşê, ku kirên merivên xirab veşartî dimînin, lê ewana nikarin ji Yehowa bêne veşartinê (Îb. 34:21-26; w17.04 10 ¶5)
Mecala lape baş ku ça alî wan meriva bikin, yên ku rastî neheqiyê tên, ew e, wekî derheqa Yehowa wana hîn kin (Îb. 35:9, 10; Mt. 28:19, 20; w21.05 7 ¶19-20)
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Îb. 35:7—Elîhû çi dixwest bigota, gava ji Îbo pirsî: “[Xwedê] çi distîne ji destê te, DT?” (w17.04 29 ¶3)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mt. 12:15-30 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL. Meriv hêlan ke ku Hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 10, abzasa 3).
5. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Wî merivîra, zarên kîjanî ku heye, nîşan ke ku çawa înformasiya kêrhatî bona dê-bava, ser jw.org bivîne (lmd dersa 1, abzasa 4).
6. Şagirta Hazir kin
(5 deqe) lff dersa 13, abzasa 5 (lmd dersa 11, abzasa 3)
Kilama 58
7. Tu Dixwazî Neformal Şedetiyê Bidî?
(15 deqe) Şêwirkirin.
Pawlos Tîmotêyo hêlan kir: “Xeberê dannasîn ke, ser wê nêt-fikirê be” (2 Tîm. 4:2). Xeberên Yûnanî ku hatine welgerandinê ça “ser wê nêt-fikirê be”, cara dihatine xebitandinê hindava eskerekî yan nobedarekî, yê ku timê hazir bû kar bike. Ev xeber xwestina me jî eyan dikin, ku timê hazir bin şedetiyê bidin, çaxê tevî meriva xeber didin.
Hezkirina me hindava Yehowa û razîbûna me bona her tiştî, çi ku ewî seva me kiriye, me hêlan dike derheqa hunurên Wîye qîmet merivara gilî kin.
Bixûne Zebûr 71:8. Paşê pirs bide guhdara:
Tu derheqa Yehowa kîjan tiştên baş dixwazî merivara gilî kî?
Hezkirina me hindava meriva jî me hêlan dike şedetiya neformal bidin.
Vêxe VÎDÊO Bi Seda Meriv Ça Rastiyê Dîtin? Paşê pirs bide guhdara:
Şedetiya neformal ça alî bi seda meriva kiriye, rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin?
Ça ew merivên ku pêşda dêrêda xizmet dikirin, ji rastiya Kitêba Pîroz kar standin?
Hezkirina hindava meriva ça me hêlan dike şedetiya neformal bidin?
Çira hûn difikirin ku şedetiya neformal mêtodeke baş e, seva ku alî meriva bikin Yehowa nas kin?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 4, çargoşe ser rûp. 33