Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | METELOK 12-16

Bîlanî ji Zêrê Qîmettir e

Bîlanî ji Zêrê Qîmettir e

Çima bîlaniya Xwedê usa qîmet e? Çimkî ev yek meriya ji tiştên xirab xwey dike û jîyîna wan diparêze. Ev bîlanî, baş hukum dike li ser xeyset, xeberdan û rabûn-rûniştandina meriv.

Bîlanî ji babaxiyê xwey dike

16:18, 19

  • Merivê bîlan fem dike, ku Yehowa heye Kaniya hemû bîlaniyê

  • Ewên ku serfiraz dibin û gelek cabdarî distînin, gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku ji babaxiyê xwe biparêzin

Bîlanî alî me dike ku xeberdana me kêrhatî be

16:21-24

  • Merivê bîlan dixebite, seva ku merivên dinda tiştên baş bivîne û derheqa wan jî baş xeber de

  • Giliyên bîlanî sert nînin, ewana meriya didine bawerkirinê û mîna hingiv şîrin in