METELOK 1-6
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |“Bi Hemûya Dilê Xwe, Yehowa Xudanva Ewle Bibe”
Yehowa hêjayî ye, ku em bi temamiya dilê xwe wîva ewle bin, dêmek îtbariya xwe wî bînin. Mena navê Xwedê me dide bawerkirinê, ku ew dikare hemû sozên xwe bîne sêrî. Dua jî tişteke ferz e, çi ku alîkariyê dide m, seva ku hê zêde îtbariya xwe Yehowa bînin. Metelok serê 3, me dide bawerkirinê, ku hergê em îtbariya xwe Yehowa tînin, ewê me xelat ke û ‘rêye me derxe rastiyê’.
Ewê ku çevê xweda bîlan e . . .
3:5-7
-
şixulên xweda rêberiya Yehowa nagere
-
pişta xwe dispêre aqilê xwe, û vê dinyayê
Ewê ku bi Yehowa Xudanva ewle dibe . . .
-
heleqetiya xwe tevî Wî qewî dike, bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, fikirandinê û duakirinê
-
hemû karên xweda, prînsîpên Kitêba Pîroz hildide hesab
YA EWLIN: Ez dijbêrim rêya ku bi dîtina min aqilayî ye |
YA EWLIN: Ez bi dua û hînbûna şexsî, rêberiya Yehowa digerim |
YA DUDA: Ez ji Yehowa dixwazim, ku safîkirina min kerem ke |
YA DUDA: Ez safîkirina usa dikim, wekî li gora prînsîpên Kitêba Pîroz be |