Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hûn Didine Xebatê Kartên JW.ORG?

Hûn Didine Xebatê Kartên JW.ORG?

Em nêzîkî rojên axiriyê ne, lema jî şixulê belakirina mizgîniyê gelek bi lez e (Mtl. 24:11, 12, 20). Seva ku mizgîniyê bigihînin meriya, em gerekê kartên jw.org bidine xebatê, seva ku dîna wan bidine Xebera Xwedê û malpera me. Di van kartada hene şifre, çi ku derbazî ser vîdêo dike, “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” û hêlan dike hê zêde elametî pêbihesin yan Kitêba Pîroz hîn bin. Hine meriv naxwazin edebyetên me hildin, lê ewana qayîl in bikevine malpera me. Lema jî bê eglekirin evan karta meriyara bidin. Xêncî wê yekê nelazim e ewan karta bihêlin wan meriyara hewasa kîjana ku tune.

Wedê şixulên xweye herrojî, tu dikarî evan karta bela kî. Mesele dikarî nêzîkî merivekî bî û bêjî: “Ez dixwazim tiştekî wera bidim. Vira tê gotinê, wekî çawa hûn dikarin bikevine malperê, kîderê ku cûre-cûre înformasiya û vîdêo hene” (Yn. 4:7). Ji bo wê yekê ku ev kart biçûk in, tu dikarî timê ev tevî xwe hildî, seva ku cûre-cûre derecada wana bela kî.