Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Yektiyê Xwey Dikin

Mesîhiyên Rast bi Hizkirinê Eyan Dibin; Yektiyê Xwey Dikin

EV YEK ÇIMA FERZ E: Şeva pêşiya mirina xwe Îsa dua dikir ku şagirên wî “bigihîjin yekîtiyeke temam” (Yn. 17:23, ÎМ). Seva ku yektiyêda bimînin, em gerekê hizkirinê bidine kifşê, hers nekevin û kînê nejon (1 Kr. 13:5).

ÇAWA BIKIN:

  • Çev bide Yehowa û tiştên baş nav merivada bigere

  • Zû bibaxşîne meriva

  • Çaxê dibaxşînî, îda neke bîra wan (Mtl. 17:9).

VÊXE VÎDÊO “HEVDU HIZ BIKIN; KÎNÊ NEJON” Û PAŞÊ WAN PIRSA ŞÊWIRKIN:

  • Para pêşine vê vîdêoyêda, çawa Lêyla da kifşê ku ew kînê dajo?

  • Para duda ya vê vîdêoyêda, çawa Lêyla karibû nihêrandina xweye nerast bide alîkî û rast bifikire?

  • Axiriyê, çawa Lêyla yektiya civatê xwey kir?

Çaxê em hêrs dikevin û kînê dajon, heçî zef em dilê kê dêşînin?