Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kampaniya Mexsûs Mijdarêda bona Elamkirina Padşatiya Xwedê

Kampaniya Mexsûs Mijdarêda bona Elamkirina Padşatiya Xwedê

Îsa “Mizgîniya Padşatiya Xwedê” elam dikir (Lq. 4:43). Ewî usa jî hîn dikir, wekî derheqa Padşatiya Xwedê dua bikin (Mt. 6:9, 10). Meha Mijdarêda emê hê zêde qewatê bidine xebatê, seva ku derheqa Padşatiya Xwedê elam kin (Mt. 24:14). Grafîka xwe usa saz ke, ku bikaribî bi temamî vê kampaniyêda kar bikî. Ewên ku ça pêşengên wedelû xizmet kin, dikarin bijbêrin, wekî vê mehêda 30 yan 50 siheta xizmet kin.

Çiqas dikarî merivên mihala xwera rêzên ji Kitêba Pîroz ku Padşatiya Xwedêva girêdayî ne, bixûne. Çaxê rêza dijbêrî, rêlîgiya guhdarên xwe hilde hesab. Hergê wedê serlêdana pêşin kesek dixwaze hê zêde pêbihese, dikarî jûrnala “Birca Qerewiliyê”, ya № 2, sala 2020, jêra bihêlî. Wê baş be tevî wî destpêkirina hînbûna Kitêba Pîroz, derengî nexî. Bona vê yekê dikarî bidî xebatê edebyeteke bona hînbûnê. Îda hindik maye, ku Padşatiya Xwedê hemû serwêrtiyên meriva bide hildanê (Dn. 2:44; 1 Kr. 15:24, 25). Lema jî werên em bi temamî vê kampaniya mexsûsda kar bikin, ku nîşan kin wekî em piştgiriya Yehowa û Padşatiya wî dikin!

Padşatiya Xwedê wê erdê bike Cinet!