Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Heleqetiya Xweye Tevî Yehowa Qîmet ke

Heleqetiya Xweye Tevî Yehowa Qîmet ke

Şedên Yehowa qedirekî mezin standine. Em çawa Mesîhiyên xwetesmîlkirî û nixumandî berdewam dikin heleqetiya xwe tevî Xwedayê Himzor, Yehowa, diha nêzîk kin. Yehowa, bi saya Kurê xwe em nêzîkî xwe kirine (Yn. 6:44). Ew guh dide duayên me (Zb. 34:15).

Gelo em çawa dikarin heleqetiya xweye tevî Xwedê biparêzin? Berê pêşin em gerekê xwe ji wan tiştên xirab, yên ku Îsraêliya dikirin, dûr bigirin. Hine wext şûnda paşî wê yekê, ku cimeta Îsraêlê tevî Yehowa kete heleqetiya qanûnî, wana goilka zêrîn xwera çêkir û kete nava pûtparistiyê (Drk. 32:7, 8; 1 Kr. 10:7, 11, 14). Wê baş be pirsa bidine xwe: “Ez xwe çawa didime kifşê, çaxê rastî cêribandina têm? Gelo ji kirên min tê kifşê, wekî ez heleqetiya xwe tevî Yehowa qîmet dikim?” Hizkirina mezin hindava Bavê meyî ezmana wê alî me bike xwe dûr bigirin ji wan tişta, kîjan ku ew nefret dike (Zb. 97:10).

BINIHÊRIN VÎDÊO “HELEQETIYA XWEYE TEVÎ YEHOWA BIPARÊZIN” (KL. 3:5), Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çi ye timayî?

  • Em çima gerekê xwe ji timayê û pûtparistiyê dûr bigirin?

  • Çawa bênamûsî û pûtparistî hevva girêdayî ne?

  • Çima xût ewên ku cabdariyên wan civatêda hene, gerekê bona hewcên hevalzewaca xwe xem bikin?