Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Mecalên seva ku JW Kitêbxane Bidine Xebatê

Mecalên seva ku JW Kitêbxane Bidine Xebatê

SEVA HÎNBÛNÊ:

  • Bixûne Kitêba Pîroz û rêza (ayeta) rojê.

  • Bixûne kitêba “Hersalî”, jûrnala, û edebyetên din. Bide xebatê “bookmark feature”

  • Hazir be seva civata û caba pirsa, xwera xez ke

  • Vîdêoya binihêre

LI SER CIVATA:

  • Veke ew ayeta, ku xebervan dibêje. Bide xebatê “history feature” seva ku paşda vegerî li ser ayetê

  • Dewsa ku xwera edebyetên neşirkirî bînî li ser civata, bide xebatê haceta xweye elektronîk, seva ku usa dîna xwe bidî bernamên civatê û kilama jî bistirê. Li ser JW Kitêbxane, kilamên teze hene çi ku di kitêba kilamada hê tune ne

DI XIZMETÊDA:

  • Merivekîra tiştekî ji JW Kitêbxane nîşan ke, û paşê alî wî bike wekî “app” û edebyeta li ser haceta xwe, bide kişandinê

  • Bide xebatê “search feature”, dêmek gerînê seva ku bivînî ayetên Kitêba Pîroz. Hergê tu xeberekê digerî û ev di Welgerandina Dinya Teze ya Tezekirîda tune, derbazî ser “Reference Bible” be û tezeda bigere

  • Vîdêo nîşan ke. Hergê zarên xweyê malê hene, tu dikarî vêxî yek ji vîdêoyên anîmasiyonê “Bibe Dostê Yahowa”. Yan jî tu dikarî nîşan kî vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”, seva ku bikaribî paşê, hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî. Hergê kesek li ser zimanê din xeber dide, hingê li ser zimanê wî vîdêo nîşan ke

  • Kesekîra ayetê li ser zimanê wî nîşan ke. Bide xebatê Kitêba Pîroz li ser zimanekî, ku te îda xwera kişandiye. Ayetekê veke, bitikîne ser nomêra ayetê û paşê bitikîne li ser nîşana ku welgerandineke din vedike