Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hûn JW Kitêbxane Didin Xebatê?

Hûn JW Kitêbxane Didin Xebatê?

JW Kitêbxane ev tişteke usa ne, bi saya kîjanî tu dikarî Kitêba Pîroz, vîdêo, aûdîo-bernama û edebyetên din, li ser têl, tablêt û kompotera xwe, xwera bidî kişandinê.

ÇAWA BIDINE XEBATÊ: Bikeve onlayn, û ji “app store” JW Kitêbxane înstal ke. Ev app JW Kitêbxane, heye li ser cûre-cûre hacetên elektronîk. Çaxê dikevî onlayn, veke app û bijbêre ew, çi ku dixwazî li ser haceta xweye elektronîk bidî kişandinê. Hergê tu nikarî malda bikevî onlayn, dibeke tê bikaribî bikevî onlayn di Oda Civatêda, kitêbxanêda, yan ciyên dinda. Çaxê te edebyet xwera kişandin, hingê bê întêrnêtê jî tê bikaribî wana vekî û bidî xebatê. Her car li ser JW Kitêbxane, edebyetên teze têne danînê, lema jî car-cara tu gerekê bikevî onlayn, seva edebyetên teze bidî kişandinê.

ÇIMA BIDINE XEBATÊ? Bi saya JW Kitêbxane em dikarin hînbûna xweye şexsî hê hewas kin, usa jî wedê civata ev bidine xebatê. Ev usa jî seva xizmetê kêrhatî ye, gava em neformal dannasîn dikin.