Xewn-Xeyala ku Baweriyê Dişidîne
Çaxê reng-rûyê Îsa hate guhastinê, Îsa dengê Bavê xweyî ezmana bihîst, yê ku got wekî wî qebûl dike. Bidine hesabê xwe, wê demê Îsa çi ser xwe texmîn kiribû. Bêşik ew yek Îsa qewî kir, û hazir kir bona çetinayên ku pêşiya wî bûn. Ew xeyal usa jî gelek hukum kiribû ser Petrûs, Aqûb û Yûhenna. Him jî ev yek wana da bawerkirinê, ku Îsa bi rastî jî Mesîh e û ku ewana gerekê gura wî bikin. 32 sal şûnda Petrûs evê qewimandinê kire bîra xwe û wekî çawa ev yek baweriya wî hindava “gotinêd pêxembertiyê” qewî kir (2 Pt. 1:16-19).
Rast e me bi çevê xwe ev xeyal nedîtiye, lê em divînin çawa ev yek tê sêrî. Îsa wek Padşê qewî serwêrtiyê dike. Zûtirekê, ewê “serkeve” û bi wê yekê veke riya ku dibe berbi dinya teze (Ent. 6:2).
Çawa baweriya te qewî dibe, gava tu divînî ku ça pêxembertiya Kitêba Pîroz tê sêrî?