MÎNA ÎSA BIJÎN
“Ewêd ku Xwedê Kirine Yek . . .”
Li gora Qanûna Mûsa, ew mêrê ku dixwest ji jina xwe biqetiya gerekê li gora qanûnê, kaxaza jinberdanê hazir kira. Alîkîda ev yek alîkariyê dida, wekî mêr lez nekeve ji jina xwe biqete. Bi rastî hêna Îsada serwêrên rêlîgiyayê usa dikirin, ku hevqetandin hêsa be. Mêr dikaribû seva her menî, ji jina xwe biqetiya (“kaxaza jinberdanê” elametî bona hînbûnê li ser hîmê Mq. 10:4, nwtsty; “jina xwe berde,” “hindava wêda zinêkariyê dike” elametî bona hînbûnê li ser hîmê Mq. 10:11, nwtsty). Îsa dîna xwe da ser wê yekê, ku zewac alî Yehowada saz kiriye (Mq. 10:2-12). Mêr û jin dibûne bedenek û ew helaqetî gerekê dirêj bûya. Li gora Nivîsarên Pîroz, kitêba Mettada tenê menîk eyan dibe, gava mêr û jin dikarin hev biqetin. Ev heye “qavî” yan bênamûsî (Mt. 19:9).
Îro gelek meriv li ser zewacê ne ça Îsa dinihêrin, lê ça Fêrisî. Çaxê dinyayêda cem meriya problêm pêşda tên, ewana derbêra ji hev diqetin. Lê cotên zewicî ku Mesîhî ne, qîmet dikin sozê zewaca xwe, û hemû tiştî dikin ku bi alîkariya prînsîpên Kiteba Pîroz, nava çetinayada zewaca xwe xwey kin. Binihêre vîdêo “Hizkirin û Qedirgirtin, Yektiya Malbetê Xwey Dike”, û paşê caba wan pirsa bide:
-
Çawa tu dikarî kitêba Metelok 15:1, zewacêda bidî xebatê û çima ev yek ferz e?
-
Çawa tu dikarî bi alîkariya kitêba Metelok 19:11, ji problêma, xwe dûr bigirî?
-
Hergê halê zewaca te nebaş e û dewsa ku bêjî “Dibeke wê baş be em ji hev biqetin?” kîjan pirs tu gerekê şêwir kî?
-
Çawa bi alîkariya Metta 7:12, tu dikarî bibî mêrekî baş yan jineke baş?