MÎNA ÎSA BIJÎN
“Yahowa wê Alî Te Bike, ku Mêrxas bî”
Hergê tu mektebêda hîn dibî, diqewime carna tu dikevî ber bayê tirsê û nikarî bêjî ku tu Şedê Yehowa yî û nikarî şedetiyê bidî. Çi dikare alî te bike bi mêrxasî derheqa Yehowa xeber dî? (1 Ts. 2:2) Çi meniyên te hene evê yekê bikî? Binihêre vîdêo “Yahowa wê Alî Te Bike, ku Mêrxas bî”, paşê jî caba wan pirsa bide:
-
Kîjan mesele ji Kitêba Pîroz alî Nazê kir mêrxas be?
-
Hazirbûn çawa alî Nazê kir?
-
Çima tu gerekê hevalên xweye mektebêra şedetiyê bidî?
-
Hergê tu mektebêda îda hîn nabî, yeke çi ders ji vê vîdêo dikarî seva xwe hildî?