Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Bi Mesela Hîn ke

Bi Mesela Hîn ke

Çaxê em serlêdana dubare dikin yan jî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, em gerekê alî wan meriva bikin, fikirên sereke fem bikin. Gava em bi mesela hîn dikin, ew yek dikare dilê wan bigire û hêsa bîra wanda bê xweyî kirinê.

Kengê em bona serlêdana dubare yan hînbûna Kitêba Pîroz hazir dibin, em gerekê dîna meriva bidine ser fikirên ferz, ne ku ser tiştên hûr. Meseleke usa bîne ya ku wanara nas e û hêsa tê femkirinê (Mt. 5:14-16; Mq. 2:21; Lq. 14:7-11). Îzbat be wekî tu kûltûr û şixulên, kîjanava guhdarên te mijûl dibin, hildidî hesab (Lq. 5:2-11; Yn. 4:7-15). Çaxê tu bivînî ku çawa çevê wan ji bo femkirina rastiyê diçûrise, tuyê şabûneke mezin bistînî.

BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; BI MESELA HÎN KE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çima şagirtra alîkarî dikare lazim be, seva ku rêzên ji Kitêba Pîroz fem bike?

  • Çawa Nîtayê fikirên ji Romayî 5:12 bi meselê şirovekir?

  • Meselên baş dila digirin

    Mesela baş ça dikare ser guhdarên me hukum ke?

  • Çima em gerekê vîdêoya û hacetên din, ku teşkîleta Yehowa dide, xizmetiyêda bidine xebatê?