MÎNA ÎSA BIJÎN
Şîretkirin Ew Heye Eyankirina Hizkirina Yehowa
Şîretkirin gelek car tê xebitandinê, gava xeberdan diçe derheqa rêberîkirinê û xwendinê, usa jî rastkirin û cezakirin dikeve nava vê yekê. Yehowa me şîret dike, wekî em wî usa bihebînin, çawa ku ew dixwaze (Rm. 12:1; Îbr. 12:10, 11). Carna şîretkirin dikare dilê me bêşîne, lê bi rastî şîret me berbi riya rast dibin û kerema tînin (Mtl. 10:7). Ewên ku şîreta didin û ewên ku şîreta distînin, çi gerekê bîra xweda xwey kin?
Yên ku şîreta didin. Rûspî, dê-bav, û kesên din gelek qewatê didine xebatê, ku çev bidine Yehowa, wekî bi nermî û hizkirinê şîreta bidine me (Yêr. 46:28). Hela hê şîreta sert jî gerekê anegorî hewcên meriv be û bi hizkirinê be (Tît. 1:13).
Yên ku şîreta distînin. Çi cûre jî şîret bê dayînê, em gerekê ev înkar nekin û derbêra bînin sêrî (Mtl. 3:11, 12). Ça merivne gunekar em hewcê şîreta ne, yên ku bi cûre-cûre mêtoda têne dayînê. Em şîreta distînin, gava Kitêba Pîroz dixûnin yan jî gava wedê civata guh didin. Lê carna hinekara lazim e ji rûspiya şîreta bistînin. Bêşik, ewên ku şîreta qebûl dikin, wê jîyîna herheyî bistînin (Mtl. 10:17).
BINIHÊRIN VÎDÊO “XUDAN KÊ HIZ DIKE, WÎ ŞÎRET DIKE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Sêrîda jîyîna Kênon çi cûreyî bû û ça ew hate guhastinê?
-
Çawa Yehowa bi hizkirinê wî şîret kir?
-
Em ji serhatiya Kênon çi hîn dibin?