Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hizkirinê Malbetêda Bidine Kifşê

Hizkirinê Malbetêda Bidine Kifşê

Hizkirin yektiya malbetê qewî dike. Bê hizkirinê malbetêda çetin e yektiyê xweyî kin û tevî hev şixulkariyê bikin. Çawa jin-mêr û dê-bav dikarin hizkirinê malbeta xweda eyan kin?

Malxê ku jina xwe hiz dike, hewce, nihêrandin û hestên wê hildide hesab (Ef. 5:28, 29). Ew gerekê aliyê fîzîkîda bona malbeta xwe xem bike û bi saya Qulixkirina tevî Malbetê alî wan bike nêzîkî Yehowa bin (1 Tîm. 5:8). Jina ku mêrê xwe hiz dike wê gura wîda be û  “qedirê mêrê xwe bigire” (Ef. 5:22, 33, DT; 1 Pt. 3:1-6). Herdu jî gerekê hazir bin hêsa û zû bibaxşînine hev (Ef. 4:32). Dê-bavên ku  zarên xwe hiz dikin, hewcên zarên xwe hildidin hesab û wana hîn dikin Yehowa hiz bikin (Qn.Dc. 6:6, 7; Ef. 6:4). Gelo zar mektebêda rastî çi çetinaya tên? Ewana çi dikin, wekî nekevine ber bayê hevalên xwe? Hergê malbetêda hizkirin heye, her kes wê xwe xweykirî û bêxofiyêda texmîn ke.

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Malxê ku jina xwe hiz dike, çawa dide kifşê ku wê qîmet dike û bona wê xem dike?

  • Jina ku mêrê xwe hiz dike, çawa qedir hindava wî dide kifşê?

  • Dê-bavên ku zarên xwe hiz dikin, çawa alî wan dikin ku hizkirinê hindava Xebera Xwedê pêşda bînin?