Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hindava Îçkevexwarinê Bîlaniyê Bide Kifşê

Hindava Îçkevexwarinê Bîlaniyê Bide Kifşê

Her Mesîhî gerekê bikaribe hindava îçkevexwarinê xwe kontrol ke (Mtl. 23:20, 29-35; 1 Kr. 6:9, 10). Hergê Mesîhî safî dike îçkê vexwe, ew gerekê sînora xwe bizanibe, wekî kontrola xwe unda neke. Ew gerekê îçkêva neyê girêdanê û bona yên din nebe kevirê likumandinê (1 Kr. 10:23, 24; 1 Tîm. 5:23). Em gerekê tu kesî, îlahî cahila, hêlan nekin îçkê vexwin.

BINIHÊRIN VÎDÊO “PÊŞIYA KU VEXWÎ BIFIKIRE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çira her Mesîhî gerekê qanûna derheqa îçkevexwarinê bîne sêrî? (Rm. 13:1-4)

  • Çira em gerekê îzinê nedine tu kesî, wekî zorê me bikin îçkê vexwin? (Rm. 6:16)

  • Çawa em dikarin ji telika îçkevexwarinê xwe xweyî kin?