MÎNA ÎSA BIJÎN
Bona Axiriya Rojên Axiriyê Hazir bin
Wan “rojêd axiriyêda” em rastî gelek kul-derda tên û em zanin ku derece wê diha xirab bin (2 Tîm. 3:1; nwtsty elametiya hînbûnê li ser hîmê Mt. 24:8). Çaxê teşqelên tebiyetê diqewimin, cimeta Yehowa timê wededa rêberiyê distîne, ku çawa serê xwe xweyî ke. Hergê em nihada guhdar bin û xwe hazir kin, wedê teşqelên tebiyetê emê çawa ruhanîda usa jî fîzîkîda bêne xweykirinê (Lq. 16:10).
-
Aliyê ruhanîda hazir bin: Xwera bikine xeyset, ku timê şixulê ruhanîva mijûl bin. Cûre-cûre mêtodên xizmetiyêda kar bikin. Ber xwe nekevin hergê hûn ser wedekî ji endemên civatê hatine qetandinê (Îş. 30:15). Hûnê tu car ji Yehowa û Îsa neyêne qetandinê (od 176 ¶15-17).
-
Aliyê fîzîkîda hazir bin: Cem her neferê malê gerekê çentê bona revê hebe. Têda gerekê xwarin, av, derman û tiştên din hebin, ku dikarin wê derecêda lazim bên, çimkî diqewime hûn mecbûr bin ser wedekî dirêj ji malê birevin (Mtl. 22:3; g17.5 4, 6).
BINIHÊRIN VÎDÊO “TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELÊN TEBYETÊ?” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Ça em dikarin aliyê ruhanîda bona teşqelên tebiyetê hazir bin?
-
Çima gerekê . . .
-
rûspî haş ji me hebin?
-
tiştên lazim hazir kin?
-
pêşda şêwir kin ku çi cûre teşqelên tebiyetê dikarin biqewimin û wan derecêda em çi gerekê bikin?
-
-
Bi kîjan sê tişta em dikarin alî wan kesa bikin, yên ku rastî teşqelên tebiyetê tên?
PIRSÊ BIDE XWE: “Ji dereca pandêmiya COVID-19 ez çi ders hîn dibim, ku pêşda xwe hazir bikim?”