MÎNA ÎSA BIJÎN
“Hizkirin . . . Dilê Xwe li Neheqiyê Şa Nake”
Hemû kirên Mesîhiyada gerekê hizkirin bê kifşê. Hizkirin “dilê xwe li neheqiyê şa nake” (1 Kr. 13:4, 6). Lema jî em xwe ji wedederbazkirinên usa, kîderê ku bênamûsî û zorbetî heye, dûr digirin. Usa jî, em dilê xwe şa nakin çaxê tiştên xirab têne serê meriva, hela hê serê wan jî, yên ku dilê me êşandine (Mtl. 17:5).
BINIHÊRIN VÎDÊO “BÎR NEKIN HIZKIRIN ÇI CÛREYÎ YE; DILÊ XWE LI NEHEQIYÊ ŞA NAKE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Dawid xwe ça da kifşê, gava derheqa mirina Şawûl û Yonatan pêhesiya?
-
Dawid çi dîrokeke dilşewat derheqa Şawûl û Yonatan nivîsî?
-
Çaxê Şawûl mir, Dawid çira dilê xwe şa nekir?