MÎNA ÎSA BIJÎN
“Hizkirin . . . Hêviya Wê ji Her Tiştî Heye”
Em xûşk-birên xwe gelekî hiz dikin, lema jî em hêviya xwe wan nabirin (1 Kr. 13:4, 7). Mesele, heger kesek gunekî giran kiriye û ji civatê hatiye derxistinê, em bawer in ku ewê şîretkirinê qebûl ke û bê guhastinê. Em usa jî hindava xûşk-birên ruhanîda sist bi sebir in û çiqas ji destê me tê, alî wan dikin (Rm. 15:1). Çaxê kesek civatê dihêle, em hêviya xwe unda nakin, ku rojekê ewê dîsa vegere (Lq. 15:17, 18).
BINIHÊRIN VÎDÊO “BÎR NEKIN HIZKIRIN ÇI CÛREYÎ YE; HÊVIYA WÊ JI HER TIŞTÎ HEYE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Aminiya Abner hindava Dawid ça hate kifşê?
-
Rêaksiya Dawid û Yoab ser dewakirina Abner, ça ji hev cude dibû?
-
Çira em gerekê hêviya xwe ji xûşk-bira nebirin?