Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hûn bona Şer-Dewên Dewletêda Hazir in?

Hûn bona Şer-Dewên Dewletêda Hazir in?

Xilaziya vê dinya xirab îda gelek nêzîk e, lema jî emê ecêbmayî nemînin, heger nişkêva welatê meda tevlihevbûn, têrorîzm û şer zêde bin (Ent. 6:4). Gelo em ça îda nihada dikarin xwe bona çetinayên usa hazir kin?

  • Ruhanîda xwe hazir kin: Xwera prînsîpên ji Kitêba Pîroz û hine serhatiyên usa bigerin, yên ku wê îtbariya we hindava Yehowa û teşkîleta wî qewî kin, û alî we bikin tevnebûyînê xwey kin (Mtl. 12:5; jr 125-126 ¶23-24) Niha ye ev wede, wekî xwe li civatê bigirin û heleqetiya nêzîk tevî xûşk-bira ava kin (1 Pt. 4:7, 8).

  • Derheqa tiştên lazim bifikirin û xwe hazir kin: Heger welatê weda nişkêva tevlihevbûn destpêbe, û hûn nikaribin ji mala xwe derên, pêşda bifikirin ku hûn dikarin kîderê xwe veşêrin, û bira ber destê we her tiştên lazim hebin. Usa jî pêşda bifikirin, ku wedê qeziya kuda birevin. Binihêrin hela çentê weye revêda her tiştên lazim hene, mesele, lepik, berdevk û pere. Bizanibin ku ça tevî rûspiya têklî bin, û îzbat bin, wekî ewana jî zanin ça tevî we têklî bin (Îş. 32:2; g17.5 3-7).

Wedê şer-dewên welatda berdewam kin şixulê ruhanîva mijûl bin (Flp. 1:10). Heta hûn xwera cî-sitar nevînin, badîhewa cîguhastî nebin (Mt. 10:16). Derecên usada bîr nekin destvekirî bin (Rm. 12:13).

BINIHÊRIN VÎDÊO “TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELA?”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Wedê qeziya Yehowa ça dikare alî me bike?

  • Em ça dikarin xwe pêşda hazir kin?

  • Em ça dikarin alîkariyê bidine wan meriva, yên ku ji qeziyê ziyan standine?