MÎNA ÎSA BIJÎN
“Hizkirin . . . Pişika Xweda Nawerime”
Hizkirin alî me dike milûk bin (1 Kr. 13:4). Heger em xûşk-birên xwe hiz dikin, emê xwe ser wanra negirin. Em xeysetên baş nav merivada digerin û feresetên xwe didine xebatê, wekî alî wan bikin (Flp. 2:3, 4). Çiqas zêde em vê hizkirinê bidine kifşê, haqas hê zêde Yehowa wê şixulê xweda me bide xebatê.
BINIHÊRIN VÎDÊO “BÎR NEKIN HIZKIRIN ÇI CÛREYÎ YE; PIŞIKA XWEDA NAWERIME”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Abşalom çida navdar bû?
-
Ewî ça ev navdariya xwe nerast da xebatê?
-
Em ça dikarin xwe xwey kin wekî nebine kubar-babax? (Gl. 5:26)