Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Qewimandineke Teze Xizmetêda Bide Xebatê

Qewimandineke Teze Xizmetêda Bide Xebatê

Îsa wedê xizmetiyê usa jî qewimandinên paşwextiyê dida xebatê (Lq. 13:1-5). Hûn jî dikarin qewimandinên paşwextiyê bidine xebatê, wekî hewasa meriva hindava mizgîna Padşatiyê pêşda bînin. Gava hûn besa çetinayên usa bikin, mesele çetinayên êkonomîkî, teşqelekî tebiyetê, şer-dewên dewletêda, xebitandina narkotîka yan jî tiştên din, pirseke usa bidine meriv wekî ew bifikire. Mesele: “Bi texmîna we, wê bê xilaziya . . .?”, yan jî “Bi texmîna we ev problêm dikare safî be bi saya . . .?” Paşê, rêzeke Kitêba Pîroz bixûne ku caba pirsê dide. Heger merî guh dide, dîna wî bide ser vîdêo yan jî ser edebyeteke ji Hacetên Sereke bona Hînkirinê. Were em çi ji destê me tê bikin, wekî mizgînê bigihînin dilê merivên ji mihala xwe (1 Kr. 9:22, 23).

Mihala weda, kîjan têma wê dîna meriva bikişîne?