Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Ser Xwe usa Binihêre Ça Yehowa Dinihêre

Ser Xwe usa Binihêre Ça Yehowa Dinihêre

“Xudan cimeta Xwe begem dike” (Zb. 149:4). Rast e em gunekar in, lê Yehowa xeyset-hunurên meye baş divîne û zane ku qewata me digihîje çi. Lê carna em ser xwe nerast dinihêrin. Dibeke em xwe nimiz hesab dikin, ji bo vê yekê ku xelq derheqa me çi dişirmîş dibe û hindava meda ça ne. Yan jî gava em dîna xwe didine ser şaşiyên xweye berê, em dikarin dudilî bin ku bi rastî Yehowa me hiz dike. Hergê fikirên usa têne hişê te, tu çi dikarî bikî?

Bîr neke wekî Yehowa vê yekê divîne çi ku meriv nikarin bivînin (1 Sm. 16:7). Ev tê hesabê, wekî ew diha rind me nas dike, ne ku em xwexa xwe. Em razî ne ku Kitêba Pîroz alî me dike, wekî em fem kin, ku Yehowa çawa ne hindava meda. Hergê em rêz yan serhatiyên Kitêba Pîroz lêkolîn kin, emê fem kin ku Yehowa xizmetkarên xwe gelek hiz dike.

BINIHÊRIN VÎDÊO BAWER KE KU YEHOWA TE QEBÛL DIKE, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çawa mesela gedê lecêda û bavê wî, me hîn dike ku Yehowa hindava meda çawa ne?

  • Ev merivê ku gunê giran kiriye, lê poşman bûye û ser xwe dixebite wekî heleqetiya xwe tevî Yehowa dîsa baş ke, ça dikare bi dilekî rihet ber Xwedê bisekine? (1 Yn. 3:19, 20)

  • Çawa ewî birayî ji xwendin û fikirandina derheqa serhatiya Dawid û Yehoşefat, kar stand?