MÎNA ÎSA BIJÎN
Hûn bi Temamî ji Aûdîo Nivîsandina Kitêba Pîroz Karê Distînin?
Aûdîo Kitêba Pîroz çi ye? Aûdîo Kitêba Pîroz ew heye nivîsandina aûdîo ya Welgerandina Dinya Teze, ya tezekirî. Ew niha hêdî-hêdî ser gelek zimana derdikeve. Tiştekî hewas vê aûdîoyêda ew e, ku cûre-cûre deng têne xebitandinê bona her kesê ji Kitêba Pîroz. Xeber bi deng û êmosiyên rast têne xwendinê.
Aûdîo nivîsandina Kitêba Pîroz çi karê tîne? Gelek xûşk-bira hiz dikin timê Kitêba Pîroz bi aûdîo bibihên, çimkî bi wî cûreyî ewana serhatiyên Kitêba Pîroz didine ber çevê xwe. Ewana çaxê cûre-cûre dengên xwendevana dibihên, hê baş dikarin bidine ber çevê xwe qewimandinên Kitêba Pîroz û zelal fem kin mena nivîsarê (Mtl. 4:5). Geleka usa jî texmîn kirine ku çaxê ewana dilteng in, aûdîo Kitêba Pîroz dilê wan rihet dike (Zb. 94:19).
Çaxê em Xebera Xwedê dibihên, ew dikare ser jîyîna me gelek hukum ke (2 Dr. 34:19-21). Hergê aûdîo nivîsandina Kitêba Pîroz bi temamî yan jî bi par, ser zimanê ku hûn fem dikin heye, hûn dikarin xwera nêtê daynin, wekî timê bibihên?
BINIHÊRIN VÎDÊO DERXISTINA KITÊBA PÎROZ BI AÛDÎO—PAREK, Û PAŞÊ CABA VÊ PIRSÊ BIDIN:
Çi we xweş hat derheqa derxistina Kitêba Pîroz bi aûdîo?