Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Te Xwe bona Çetinayên Êkonomîkî Hazir Kiriye?

Te Xwe bona Çetinayên Êkonomîkî Hazir Kiriye?

Em ecêbmayî namînin, gava ji bo halê dinyayê çetinayên êkonomîkî pêşda tên. Lê çira? Çimkî em rojên axiriyêda dijîn û Kitêba Pîroz temiyê dide me, wekî gumana xwe nedin “ser hebûka pûçe derew” (1 Tîm. 6:17; 2 Tîm. 3:1). Gelo mesela Yehoşefat Padşa çi me hîn dike derheqa hazirkirina bona çetinayên êkonomîkî?

Gava dijmin Yehoşefat didane tirsandinê, ewî gumana xwe da ser Yehowa (2 Dr. 20:9-12). Ewî usa jî pêşda cimet hazir kir, bi vê yekê ku bajar qewî kirin û zomên eskera danîn (2 Dr. 17:1, 2, 12, 13). Mîna Yehoşefat, em jî gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û pêşda xwe bona çetinaya hazir kin.

BINIHÊRIN VÎDÊO TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELA?, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Em çi dikarin bikin, wekî bona tengasiya xwe hazir kin?

  • Ça em dikarin xwe hazir kin, wekî alîkariyê bidine kesên din?