ZEBÛR 34-37
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |Îtbariya xwe Yahowa Bîne û Qenciyê Bike
“Ber wan nekeve, yên ku dikin xirabî”
37:1, 2
-
Çaxê tu divînî wekî merivên zulm serfiraz dibin, nahêle ku ev yek ji xizmetkirina Yahowara te dûrxe. Bila dîna te timê li ser kerem û nêtên ruhanî bin
“Îtbariya xwe Yahowa bîne û qenciyê bike”
37:3
-
Hergê tu şikê dikişînî û berxwe dikevî, bawer be ku Yahowa wê piştgiriya te bike. Ew wê alî te bike amin bimînî
-
Bi xîret mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê bela ke
“Ji Xudan lezetê bistîne”
37:4
-
Xwera wede bivîne, seva ku Xebera Xwedê bixûnî û li ser bifikirî. Û bira nêta te ew be, ku Yahowa hê rind nas kî
“Xwe bispêre Xudan [Yahowa, DT]”
37:5, 6
-
Bi temamiya dilê xwe bawer ke, wekî Yahowa wê alî te bike hemû çetinaya derbaz kî
-
Wedê peyketin, cêribandin û problêmên din, rabûn-rûniştandina baş xwey ke
“Li ber Yahowa, bêdeng bimîne û bi sebir hîviyê be”
37:7-9
-
Ji şixulên usa xwe dûr bigire yên ku dikarin şabûnê ji te bistînin û ruhanîda te sist kin
“Yên milûk wê erdê war bin”
37:10, 11
-
Şikestî be û bi milûktî hîviya Yahowa be, çimkî Ew wê hemû neheqiya bide hildanê
-
Piştgiriya xûşk-bira bike, û berdilî bide merivên dilteng. Usa jî bike bîra wan sozê Xwedê derheqa dinya teze, ya ku îda usa nêzîk e