Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; seva ku Meriya Hîn kî, Vîdêoya Bide Xebatê

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; seva ku Meriya Hîn kî, Vîdêoya Bide Xebatê

ÇIMA EW YEK FERZ E:

Vîdêo dikarin gelek li ser meriya hukum kin, îlahî bi saya tiştên ku ewana divînin û dibihên. Ev yek alîkariyê dide, seva ku dîna meriya derbazî ser tiştekî din nebe, û hewasa wan jî pêşda tîne. Yahowa di vê yekêda meselekî pir baş mera hîştiye (Kr.Şn. 10:9-16; Ent. 1:1).

Vîdêoyên “Gelo Navê Xwedê Heye?”, “Kî ye Avtorê Kitêba Pîroz?” û “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?”, li ser hîmê dersên 2 û 3 ji broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”. Vîdêoyên “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”, “Ça Derbaz Dibe Hînbûna Kitêba Pîroz?”, “Çi Diqewime Oda Civatêda?”, meriya hêlan dikin, seva Kitêba Pîroz hîn bin û bêne civata. Hine vîdêoyên meye biçûk em dikarin li ser hînkirina Kitêba Pîroz bidine xebatê (km 5/13 3).

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Pêşda xwera bide kişandinê vîdêoyên ku tê xweyê malêra nîşan kî

  • Yek yan du pirsa hazir ke, caba kîjanî ku tê bikaribî bi vîdêo bidî

  • Tevay vîdêo binihêrin

  • Fikirên ferz şêwir ke

BICÊRIBÎNE:

  • Pişta belavokê meriyara nîşan ke, û dîna wan bide li ser şîfrê, bi saya kîjanî ku ewana wê bikaribin vekin vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”

  • Nîşan ke vîdêo “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?”, paşê bihêle broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya” û dîna wan bide dersa 3