MÎNA ÎSA BIJÎN
“Sedsaliya Padşatiya Xwedê”
Ewên ku dixwazin bibine bineliyên Padşatiya Xwedê, gerekê hê zêde derheqa vê Padşatiyê pêbihesin û usa jî derheqa hemû tiştên ku ew îda kir. Çima? Çimkî ev yek, wê baweriya wan qewî ke hindava vê yekêda, ku Padşatiya Xwedê serwêrtî dike, û usa jî wana hêlan ke, wekî yên dinênara mizgîniya Padşatiyê elam kin (Zb. 45:1; 49:3). Çaxê hûnê binihêrin Vîdêo “Sedsaliya Padşatiya Xwedê”, ji kerema xwe caba van pirsa bivînin:
-
Çima “Foto Drama-Efirandinê” kerem bû seva wan meriya, yên ku evê nihêrîn?
-
Çawa radîo hatibû xebitandinê, seva ku mizgîniya xêrê meriyara elam kin?
-
Dîsa kîjan mêtodên din hatibûn xebitandinê, seva ku mizgîniya xêrê bela kin, û ew çi karê anî?
-
Çawa pey salara hînbûn seva xizmetkirinê, daha baş bû?
-
Kîjan dersên kêrhatî ji mekteba Gîledê, şagirt sitandin?
-
Çawa bi saya civatên mezin, cimeta Yahowa hatibû hînkirinê?
-
Çi te dide bawerkirinê, ku Padşatiya Xwedê serwêrtî dike?
-
Çawa em nîşan dikin, ku piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin?