Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Malperên Sosyal; ji Zîyanê Xwe Xwey kin

Malperên Sosyal; ji Zîyanê Xwe Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E: Anegorî gelek hacetên din, malperên sosyal dikarin yan alîkariyê bidine me, yan jî zîyanê. Hine Mesîhî safî kirin nedine xebatê malperên sosyal. Hinek jî didine xebatê evan malpera, seva ku tevî malbet û hevalên xwe bikaribin têklî bin. Xêncî wê yekê Mîrê-cina dixwaze wekî em malperên sosyal ne bi bîlanî bidine xebatê, ku bi wê yekê navê xwe û ruhaniya xwe xirab kin. Wek Îsa em gerekê prînsîpên Xebera Xwedê bidine xebatê, çi ku wê alî me bikin derecên xof têderxin û xwe dûr bigirin (Lq. 4:4, 8, 12).

ÇAWA XWE XWEY KIN:

  • Malperên sosyal bi bîlanî didine xebatê. Çaxê em gelek siheta derbaz dikin ber malperên sosyal, ev yek dikare ji wê wedê qîmet me dûr bigire, çi ku em dikarin bona Yehowa bidine xebatê

    Prînsîpên Kitêba Pîroz: (Ef. 5:15, 16; Flp. 1:10)

  • Ji înformasiya bêîtbar xwe dûr digirin. Çaxê em dinihêrin şikilên necayîz ev yek dikare me berbi pornografiyayê û bênamûsiyê bive. Û çaxê em dixûnin elametiyên rabera û malperên wan ev yek jî dikare baweriya me zîyan ke

    Prînsîpên Kitêba Pîroz: (Mt. 5:28; Flp. 4:8)

  • Şikil û komêntariyên necayîz danaynin. Dilê bende xapînok e, lema jî ew dikare hukum ke li ser şikil û komêntariyên necayîz, kîjan ku em datînin li ser malperên sosyal. Bi rastî, ev usa jî dikare navê kesekî xirab ke û bona wî bibe kevirê likumandinê, ji bo çî jî baweriya wî dikare sist be

    Prînsîpên Kitêba Pîroz: (Rm. 14:13; Ef. 4:29)

BINIHÊRE VÎDÊO “MALPERÊN SOSYAL BI BÎLANÎ BIDE XEBATÊ” Û PAŞÊ ŞÊWIR KE, KU ÇAWA JI XOFIYA VÊ YEKÊ XWE DÛR BIGIRIN: