MÎNA ÎSA BIJÎN
Xwe Nêzîkî Îsa Bigirin
Îsa meselekî baş mera hîşt ku çev bidine wî, îlakî gava em rastî peyketin û cêribandina tên (1 Pt. 2:21-23). Rast e meriv çêrî Îsa dikirin, lê ew tu car caba wan nedide, hela hê çaxê gelek diçerçirî jî (Mq. 15:29-32). Çi alî Îsa kir teyax ke? Ew bona xwe safî kiribû, ku çi jî hebe qirara Yehowa bîne sêrî (Yn. 6:38). Him jî ew dîna xwe dida li ser ”şabûnê”, kîjan ku pêşiya wî bû (Îbr. 12:2).
Lê gelo çaxê kesek ji bo baweriya me, xirabiyê mera dikin, hingê em xwe çawa kifş dikin? Mesîhiyên rast “ji ber xirabiyêva xirabiyê li tu kesî” nakin (Rm. 12:14, 17). Çaxê em çev didine Îsa wê yekêda, ku çawa Ewî hemû tiştî teyax dikir, hingê em dikarin şa bin, çimkî qebûlkirina Xwedê li ser me ye (Mt. 5:10-12; 1 Pt. 4:12-14).
BINIHÊRE VÎDÊO “NAVÊ YEHOWA PIR FERZ E” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Çawa xûşka Poêtzîngêr, wedê xwe bi bîlanî dabû xebatê, gava kelêda ew tenê rûniştibû?
-
Xûşk û birê Poêtzîngêr rastî çi çetinaya hatibûn, gava ewana li cûre-cûre lagêrada bûn?
-
Çi alî wan kir teyax kin?