Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hînbûna Xweye Şexsî Hê Kêrhatî ke

Hînbûna Xweye Şexsî Hê Kêrhatî ke

EV YEK ÇIMA FERZ E: Hînbûna şexsî ya Xebera Xwedê alî me dike, wekî bi temamî fem bikin beraya, dirêjaya, bilindaya û kûraya rastiyê (Ef. 3:18). Ev usa jî alî me dike, ku vê dinya zulmda bêleke bimînin, û li “xebera jiyînê hilgirtî” bin (Flp. 2:15, 16). Wedê hînbûna şexsî ya Xebera Xwedê, em dikarin bivînin têma ku xût mera lazim e. Em çi dikarin bikin, ku hê zêde karê bistînin ji xwendin û hînbûna Kitêba Pîroz?

ÇAWA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Xwera kifş ke rêz û hine fikirên sereke binivîse Kitêba Pîroze xweda bi kîjanî tu lêkolîna dikî, û firqî tune ev bi cûrê elektronîk e yan ya neşirkirî ye

  • Wedê xwendina Xebera Xwedê wan pirsa bide xwe: “Kî? Çi? Kengê? Kîderê? Çima? Ça?”

  • Îzbatiya bivîne. Li gora têma, yan rêzên Kitêba Pîroz, bide xebatê hacetên bona lêkolînê

  • Bifikire ser tiştên ku dixûnî, wekî têderxî çawa evê elametiyê bidî xebatê

  • Tiştên ku pêdihesî, jîyîna xweye her rojîda bide xebatê (Lq. 6:47, 48)

BINIHÊRE VÎDÊO “BI HÎNBÛNA ŞEXSÎ, XWE QEWÎ LI XEBERA XWEDÊ BIGIRIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Hine meriv çi dibêjin derheqa hînbûna şexsî?

  • Çima em gerekê her hînbûneke xweye şexsî bi duakirinê destpêkin?

  • Çi dikare alî me bike, wekî hê rind rêzên Kitêba Pîroz fem bikin?

  • Em çi cûreyî dikarin Kitêba Pîroze xweda tiştekî kifş kin?

  • Çima çaxê em Xebera Xwedê dixûnin, gelek ferz e wekî em li ser bifikirin?

  • Ça bidine xebatê tiştên ku em pêhesiyan?

“Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamiya rojê ez ser wê difikirim” (Zb. 119:97).