Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Yehowa wê Çi bifikire?

Yehowa wê Çi bifikire?

Firqî tune em safîkirinên mezin dikin yan yên biçûk, wê baş be ji xwe bipirisin: “Yehowa wê çi bifikire?” Hemikî emê tu car nikaribin hemû tiştî derheqa fikirên Yehowa pêbihesin, lê ji Xebera xwe ew êpêce tişt mera vedike, ku alî me bike bona “hemû kirinêd qenc” hazir bin (2 Tîm. 3:16, 17; Rm. 11:33, 34). Îsa fem dikir wekî qirara Yehowa çida bû, lema jî jîyîna wîda ev yek ciyê pêşin digirt (Yn. 4:34). Werên em çev bidine Îsa û safîkirinên usa bikin, yên ku Yehowa xweş tên (Yn. 8:28, 29; Ef. 5:15-17).

BINIHÊRE VÎDÊO “PÊBIHESIN QIRARA YEHOWA ÇIDA NE” (QN.KH. 19:18), Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çima em gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweda bidine xebatê?

  • Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz gerekê hukum kin ser bijartina me derheqa mûzîkê?

  • Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz gerekê hukum kin ser bijartina me derheqa kincxwekirinê û xwexemilandinê?

  • Kîjan derecên dinda em gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê?

  • Em çi dikarin emirê xweda bikin, wekî hê zêde qirara Yehowa bînin sêrî?

Ji safîkirinên min tê kifşê, wekî ez heleqetiya xwe tevî Yehowa qîmet dikim?