Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Wedê Hînkirinê Çi Nelazim e Bikin

Wedê Hînkirinê Çi Nelazim e Bikin

Nelazim e Zef Xeber din: Nefikire wekî tu gerekê hemû tiştî şirowekî. Îsa, pirsa dida xebatê, seva ku alî meriva bike bifikirin û bigihîjine nihêrandina rast (Mt. 17:24-27). Bi saya pirsa, hînkirin dikare gelek hewas derbaz be û alî te bike têderxî hela şagirtê te çi fem dike û çi bawer dike (be 253 ¶3-4). Çaxê pirsa didî, sebir ke û hîviyê be, heta ku şagirt caba xwe bide. Hergê şagirt caba nerast dide, derbêra caba rast wîra nebêje. Lê pirsa bide xebatê seva ku alî wî bikî têmê fem ke û bikaribe caba rast bide (be 238 ¶1-2). Bixebite ku usa xeber dî, seva ku şagirt fikirên teze fem bike û qebûl ke (be 230 ¶4).

Nelazim e Çetin kin: Dibek tu gelek tişt zanî derheqa têmayê ku hûn derbaz dibin. Lê nelazim e, carekêra hemû tiştî şagirtra gilî kî. (Yn. 16:12). Dîna wî bide fikirên ferz ya abzasê (be 226 ¶4-5). Çimkî hela hê înformasiyên hewas ku dersada têne dayînê, dikarin dîna şagirta ji fikirên ferz derbazî tişteke din kin (be 235 ¶3). Çaxê şagirt fikirên ferz fem kir, hingê dikarî derbazî abzasa din bî.

Nelazim e Lezkevin: Nêta me ev nîne ku zû-zû seriya derbaz kin, lê em dixwazin ku şagirt bi dil rastiyê qebûl kin (Lq. 24:32). Qewata Xebara Xwedê bide xebatê, dêmek dîna xwe bide li ser rêzên sereke di abzasêda (2 Kr. 10:4; Îbr. 4:12; be 144 ¶1-3). Meselên çetin nede xebatê (be 245 ¶2-4). Hilde hesab problêmên şagirt û usa jî hebandina wî, seva ku wedê derbazkirina hînkirinê, têmayê ku derbaz dibin, derecê wîva girêdî. Pirsên usa dikarî bidî: “Derheqa vê yekê tu çi difikirî?” “Ev yek çi me hîn dike derheqa Yehowa?” “Hergê tu li gura vê prînsîpa Kitêba Pîroz bijîy, tuyê çi karê bistînî?” (be 238 ¶3-5; 259 ¶1).