Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Meriva Hêlan ke Bêne Civatê

Di Xizmetêda Hê Cêribandî be; Meriva Hêlan ke Bêne Civatê

ÇIMA EW YEK FERZ E: Li ser civata, em dikarin timê bistirên seva Yehowa û pesna bidine wî (Zb. 149:1). Li ser civata, em hîn dibin qirara Xwedê bînin sêrî (Zb. 143:10). Çaxê şagirtên Kitêba Pîroz û merivên din destpêdikin bêne ser civatê, ewana ruhanîda pêşda diçin.

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Bê eglekirin meriva teglîf ke, û hîviyê nesekine, heta ku hînbûnê tevî wana destpêkî (Ent. 22:17)

  • Merivîra şiroweke, ku civat wê çawa derbaz be û wê derê çi wê bê şirowekirinê. Vê yekêda dikarin alî we bikin: teglîfên bona civatê, vîdêoya “Çi Diqewime Oda Civatêda?”, û broşûra “Kî Îro Qirara Yahowa Diqedîne?” dersên 5 û 7

  • Alîkariyê bidê. Dibe ku merivra alîkarî lazim bê ku wî bivî civatê, yan jî ku kincên layîq xwera bijbêre. Civatêda kêleka wî rûnê, û edebyeta xwe usa bigire ku ew jî bivîne. Nasiya wî bide xûşk-bira