Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ZEBÛR 119

“Li Gora Qanûna Yehowa Bimeşe”

“Li Gora Qanûna Yehowa Bimeşe”

Seva ku li gora qanûna Yehowa bimeşin, em gerekê bi dil û can xwe li rêberiya Xwedê bigirin. Di Kitêba Pîrozda gelek meselên baş hene derheqa wan meriya, yên ku wek zebûrbêj xwe li qanûna Yehowa digirtin û itbariya xwe wî tanîn.

Hergê em li gora qanûna Xwedê bimeşin, em bi rastî bextewar bin

119:1-8

Yêşû bi kirên xwe da kifşê, ku tam baweriya xwe rêberiya Yehowa tîne. Ewî zanibû, ku wê bikaribûya bextewar û serfiraz bûya hergê bi dil û can îtbariya xwe Yehowa bianiya

Xebera Xwedê alî me dike mêrxas bin, seva ku peyketinada teyax kin

119:33-40

Yêremiya derecên çetinda, îtbariya xwe Yehowa tanî û mêrxas bû. Ew pey hebûnê nediket û dîna wî timê li ser xizmetkirinê bû

Zanebûna rast ya Xebera Xwedê, alî me dike bê tirs xizmet kin

119:41-48

Pawlos neditirsiya mizgîniya Xwedê hemûyara elam ke. Ewî bi mêrxasî Felîksê weliyêra mizgîniyê elam dikir, çimkî zanibû ku Yehowa alî wî bike.

Çi derecada ez dikarim yên dinênara mizgîniyê elam kim û bi vê yekê îtbariya xwe hindava Yehowa hê zêde bidime kifşê?

  • Mektebêda

  • Xebatêda

  • Malbetêda

  • Derecên dinda