Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hergê Zar Derî Vedike

Hergê Zar Derî Vedike

Hergê zar derî vedike em gerekê bixwazin ku tevî dê-bavê wî xeber din. Usa em qedirê xwe hindava dê-bavê wan didine kifşê (Mtl. 6:20). Hergê zar me teglîfî malê dike, em gerekê lez nekevin ku bikevnê. Û gava dê-bav nemal in, em gerekê careke din bên.

Hergê ewê ku derî vedike, weke 15-16 salî ye, wê baş be wekî em dîsa jî bixwazin tevî dê-bavê wî xeber din. Lê gava dê-bav nemal in, em dikarin ji wî bipirsin hela dê-bavê wî îzin didinê ku ew xwexa bijbêre çi bixûne. Hergê erê, em dikarin edebyat wîra bihêlin û dîna wî bidine jw.org.

Çaxê em serlêdanê dikin wî cahilîra, yê ku hewasa xwe dabû kifşê, em gerekê rastî dê-bavê wî bên. Usa emê bikaribin mena hatina xwe wanara şirovekin û nîşan kin wekî Kitêba Pîroz çi şîretên kêrhatî seva malbeta dide (Zb. 119:86, 138). Çaxê em hindava dê-bava qedir û merîfetiyê didine kifşê, usa em şedetiya baş didin. Him jî ew mecalê dide me, ku temamiya malbetêra mizgîniya xêrê elam kin (1 Pt. 2:12).